Voleybolvanekî Kurd di pêkhateya tîma neteweyî a Îranê de cih girt

21:20 - 19 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Werizşkarekî Kurd li Mehabada rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê tîma neteweyî a Îranê ve, bo beşdarî kirin li lîga cîhanî a voleybola 2015`an, hat vexwendin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ferhad Pîrotpûr voleybolvanê bajarê Mehabada rojhilatê Kurdistan, bo enda bûn li tîma neteweyî a voleybola Îranê hat dawet kirin.

Rahênerê tîma topa dest (voleybol) ya Îranê, navên yek ji wan Kurd, 25 lîstikvanê xwe bo bêşdarbûn li pêşbirka Fedrasiyona cîhanî ya volybolê aşkere kir.

Lîga cîhanî ya Voleybol a 2015`an,meha hezîrana pêşiya me, bi beşdariya 32 welatên cîhanê dê dest pê bike.

Tîma voleybola Îranê di girûpa duyem a wan reqabetan de ligel Amerîka, Rûsiya û Lehêstanê hemgrûp e.

Ferhad Pîrortpûr sala 1990`an (1369`an a Rojî) li Mehabadê hatiye dinê. Wî ji sala 2001`an dest bi spora voleybolê kiriye û niha jî karê xwe didomîn e.

Ferhad yek ji stêrkên binav bang ê lîga 1 ya sala 2011-2012`an bû û niha li tîma voleybol a Şaredariya bajarê Urmiyê de dilîze.