Vejîna çêrgehên Kurdistanê ji aliyê “Hîlû” ve dest pê kir

21:18 - 5 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Encûmena xelkî li bajarê Kirmanşan, di heyama meha derbazbûyî de 20 hezar torên Berûyan çandine.

Li gor nûçeya gihiştiye Ajansa Kurdpa, 18 hêktar ji çêrgehên şevitî ên devera Kirmanşan û Îlamê di pênc qonaxan de ji aliyê encûmena “Hîlû” ve vejiyane.

Bi gotina rêveberê encûmena “Hîlû”, Armanc ji çandina wan Berûyan, parastin û vejîna çêrgehên Zagros û bixasmanî çêrgehên cihên şevitî wek “Osmandûwend li başûra Kirmaşanê” û “Zerdelan sînorê du parêzgehên Îlam û Kirmanşan” bûye.

Se’îd Silêmanî derheq bi berdewamiya wê karê gotiye ku heya ku tovên Berûyan bo me bihên dabînkirin, em dê li ser helmeteke xwebexş berdewam bimînin.

Tovên Berûyên wan 18 hêktaran ji aliyê girûpên “Aşa” ve hatiye dabînkirin û îdareyên dewletî heya niha alîkariya wan nekiriye.

Sala 1393’an herî zêde 250 hêktar ji çêrgehên parêzgeha Kirmanşan hatibûn şevitandin ku bi gotina çalakvanên jîngehparêz, destên wan kesan li pişt e ku ku dixwazin dest bi ser zewiyan de bigirin.

\"29287.jpg\"

\"29290.jpg\"

\"29288.jpg\"

\"29289.jpg\"

\"29285.jpg\"

\"29286.jpg\"