Veguhastina welatiyên kurd bo girtîgeha Urmiyê didome

16:52 - 6 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Kampanya Navneteweyî ya Mafên Mirov li Îranê ragihand, 10 welatiyên kurd û azerî yên bajarê Urmiyê ku destpêka Adara îsal bi tohmeta hevkarî bi partiyên neyarên rejîmê re hatibûn binçavkirin, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin veguhestin.

Kampanya Navneteweyî ya Mafên Mirov li Îranê di daxuyaniyekê de bi zimanê Farisî ragihand, destpêka meha Adara îsal hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Urmiyê avêtibûn ser mala hinek welatiyên kurd û azerî û wê demê 10 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin.

Li gorî daxuyaniyê, girtiyên han ku bi toemta hevkarî bi partiyên neyarên rejîma îslamî re hatibûn binçavkirin, piştî lêkolînek tund roja 23’ê Adarê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin veguhestin.

Kampanya Navneteweyî ya Mafên Mirov li Îranê navên kesên hatine girtin wiha ragehand: Bêhrûz û Hesen Birûkanlû kurên Mihemed, Hesen Esedî kurê Bekir, Mîr Hadî Mûsewî (azerî), Emîr Hesen Bêhrûz kurê Hemdî, Efşîn Mîrzayî kurê Hemîd, Ezîz Delayî Mîlan, Ferzad Selamet kurê Faris, Ebdulselam Behawer kurê Silêman, Xosro Bedwî.

Hêjayî gotinê ye ku destpêka meha Adara îsal gellek çalakvanên siyasî, rewşenbîr û nivîskar û rojnamevanên kurd ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatin girtin ku hinek ji wan li hember bedelên giran hatin berdan û yên din niha di destbisergehan de tên ragirtin û ketine ber lêpirsînê.

Li gor ahagiyên Civakê; salane sedan hevwelatiyên siyasî û yên din ji bo girtîgeha navendî ya Urmiyê tên veguhastin, ligel ku hejmara girtiyên hundirê girtîgehê du qat zêdeyî wê hejmarê ye ku dibe tê de bên bicih kirin.