Veguhastina çekên giran bo Kurdistan û milîtarîzekirina devera Şaho berdewam e

19:51 - 4 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Spaha pasdaran bi veguhastina çekên giran bo deverên sînorî yên Kurdistanê, rewşa “emniyetî” di Kurdistanê de zêde kiriye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 11`ê Rezberê, Spaha Pasdaran, çekên giran bo bajarên wekî Dîwandere, Sine, Kamyaran û Kirmaşanê, û bo deverên sînorî veguhastine.

Ev çekên giran wiha ne: Tank û katiyoşa, ku li bajarên Kurdistanê bo deverên sînorî yên Kurdistanê hatine şandin.

Herwisa Spaha Pasdaran bi belavkirina daxuyaniyekê, di devera Şaho de rewşa awarte ragehandiye.

Spaha Pasdaran, sedema rewşa awarte di devera Şaho de, “birêveçûna manovra leşkerî” di vê deverê de daye xuyakirin.

Di beşeke vêdaxuyaniyê de hatiye ku: “Spaha Pasdaran ji xelkê gundên Palengan û gundên derdorê re ragehandibû ku, li roja 7`ê Rezberê manovreke leşkerî li derdora qontara Haniye û Gozîban û tewahiya devera Şaho li Dêwzinaw heya çiyayê Pîrxidir dest pê dike û heya dawiya 12`ê Rezberê dewam dike, û her cure hatûçûna xelkê, şaxewan, û geştiyaran bo vê deverê bi bê hevahengiya digel hêza Spaha Pasdaran qedexe ye, û berpirsayetiya canê her kesek ku di egera hatûçûnê di vê qontarên îşare pê hatiye kirin de, li stûyê wan bixwe ye”.

Piştî gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, ya li roja Çarşemî 21`ê Xermananê, ji ber nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî bidarverkirina girtiyên siyasî yên Kurd û mûşekbarana binke û baregehên Partiya Demokrat, û Spaha Pasdaran jî manovreke leşkerî di asta bajar û deverên sînorî yên Kurdistanê de lidarxistiye, ku çalakvanên siyasî vê hewla Spaha pasdaran, bo tirsa vê saziya leşkerî li hemberî nerazîbûnên xelk dane zanîn.