Vê carê, bi heba Siyanor, keçik din ya xwendekara Kurd, li zanîngeha Nazlû(NAZÎ) li Ormî, kuştin

21:37 - 11 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: li midê kêmtir ji 9 heyvan de, li zanîngeha Nazlû li Ormiyê de, keçe Kurdik din ya xwendekar, hate kuştin û parastin(heraset)a zanîngehê jî, hereşe bi malbata wê kiriye ku, hegera mirina wê keçê, nexweşiya zik bihesibînin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Şîlan Roşendil, keça Selîm, ji xelkê gundê Nerzîvêya şarêŞino, ku xwendekarê rişta zanistên siyasîyên zanîngeha Nazlû(Nazî) li Ormî bûye, roja Şemî, 17ê Xezelwer, 8 November 2014 de, dermanxwarî kirin û li incam de, bû sedema can ji dest dana vê.

Jornalîstê Kurdpa li şarê Ormî, ji zimanê yekik ji nêzên malbata Roşendil de, ragihand; ev keçe xwendekara 22 saliye ku li pişka Edebiyata zanîngeha Nazî(Nazlû) de, xwendekar bûye, roja Şemiya vê heftiyê de û li dema ku tûşî rewşa wereşandinê bûye, xwe gihandiye mala xizmik xwe li Ormiyêû ji aliyê wê malbatê de, raguhastiyê nexweşxana Xumeynî li Ormî hatibû kirin.

Bi gotina kesên Şîlanê, navbirî li sedem jehrê de, her 2 guçik û pişikên xwe ji dest dabûn ku, li sedem de hemû bedena vê reş bibû.

Her vê serekaniyê ew jîêşkere kir ku li analîza duxtoran de derketiye ku Şîlan bi heba Siyanor ku kiribûne ser mast de û bi vê rewşê kustine.

Wê serekaniyê ku nexwest navê wî bê eşkere kirin ew jî got: parastina zanîngeha Nazlûya Ormiyê bi malbata Şîlan Roşendil ragihandine; gere hegera hegera mirina keça xwe, nexweşiya hundirê zik bihesibînin.

Wê serekaniyê ew jî xiste rû ku, nexweşxana Taliqanî, li despêkê de, amade nedibûn ku termêŞîlan Roşendil, radestî malbata vê bikin, lê li incam de li roja Dûşem, 19ê Xezelwer, 10 November 2014 de, termê vê keçê ji nexweşxanê wergirtin û li gundê Nerzîwê, sipardine xakê.

Heya niha, berpirsên zanîngeha Nazlûya Ormî, çi reaksiyonik ser hatin kuştina Şîlan Roşendil, çinebiye û xwendekarên vê zanîngehê jî, hegera bêdeng mana berpirsên zanîngehê, bi amanca serpeçardina jhewla kuştina Şîlanê dihesibînin.

Heya weşandina vê nûçê, çi yek ji midyayên hundir û dewerî, nûça kuştina Şîlan Roşendil, neweşandine.

\"23107.jpg\"
Şêyda Hatemîû Seher Çûînî, 2 xwendekarên Kurd ku bi rewşên ber bi şik li zanîngeh de canê xwe ji dest dane
Heyva Reşema sala borî de jî, keçe xwendekarik dine Kurd li zanîngeha Nazlûya Ormî, bi navêŞêyda Hatemî, 24 salî, xwendekarê karnasiya bilinda zanista zemîn(erd) nasiyê(GEOLOGY) li vê zanîngehê de, li xwabgaha zanîngehê de hate fetisandin, ku despêkê de, berpirsên zanîngehêû parasin û heya nûnerê meclisê jî li şarê Ormî, hewla perde poş kirina vê cinayetê dan ku, tev reaksiyona dijwara xwendekarên vê zanîngehê, rûberû bibûn.

Heya niha, çi yek ji qewimiyên hatin kuştina keçe xwendekarên Kurd li zanîngehên welatêîranê de, bi dû neçone û ew jî, hegera çend car bûna kuştina keçên xwendekar li zanîngehên îranê deye.

Her wisa li heyva Rezbera sala 1392a rojî de jî, keçik bi navê Seher Çûînî, 19 salî, xwendekarê têrma 2a rişta perestariya zanîngeha didan pizişkiya şarê Hemedan, ji xelkêşarê Merîwan, bi rewşik ber bi şik li xwabgaha zanîngeha BÛ Elî, li şarê Hemedanê de hate kuştin ku, paşî tev girêv û protesto kirina xwendekarên vê zanîngehê rûberû bibûn.