Van rojane bi dehan kes li Kurdistanê de hatine birîndar û binçavkirin

20:20 - 12 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: 218 hevwelatî ji xwenîşander û neraziyên vê dawiyê ên Mehabadê û bajarên din ên Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekar û leşkirî ên hikûmetê ve birîndar û hatine destbiser kirin.

Ajansa kurdpa rastî û durustiya van amaran bi tewahî piştrast nake.

Serbarê borîna 6 rojan bi ser nerazîbûnên Mehabad, heta niha amarek hûr û durust ji destbiser kirî û birîndarên wî bajarî ji aliyê hêzên leşkirî û ewlehî ên hikûmetê ve ber dest de nine.

Ajansa Kurdpa bi piştgirêdan bi nûçegihanan û malbatên destbiser kirî û birîndarên nerazîbûnên Mehabad û bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê di raporekê de dawîn amar û serhejmariyê diweşîne.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piştî serhildana nerazîbûn giştî li bajarê Mehabadê li dor mirina biguman ya karmenda hotelekê li wî bajarî de, nerazî tevî berbirû bûna tund ya hêzên rejîmê bûn û di encam de bi dehan kes ji aliyê dezgehên ewlekarî yên hikûmeta Îranê ve hatin dest bi ser kirin.

Hemwelatiyên bajarên din ên Kurdistanê weke Serdeşt û Sine jî bi rêjeyek kêmtir bi girtin û tund û tûjiya hêzên ewlekar re berbirû bûn.

Hêzên ‘’Yekeya tepeseriyê’’ li Mehabadê bi çekên saçmeyî teqe ji neraziyan kiribûn.

Rewşa saxlemiya beşek ji birîndaran nebaş e. Gorî şahidhalên bûyerê, hejmarek berbiçav ji birîndaran zêdetir ji 40 saçmeyan pêketine.

Birîndar pitir bi çekên Tapir ên saçmeyî, gazî û rondikrêj û bi batoman hatine birîndar kirin.

Amar û statîstîkên hûr û bibelgeya ji sedî 30 a destbiser kirî û birîndarên vê dawiyê ên Kurdistanê li destê ajansa nûçegihaniya Kurdpa de ye, lê bi baldab bi xwasta beşek zaf ji malbatên wan, nasnameya wan tê parastin û nahê belavkirin.

Berê nasnameya hejmarek ji birîndar û destbiserkiriyan di medyayan de hatibû weşandin û ku piraniya wan nehatine piştrast kirin.
\"26519.jpg\"


Niha rewşa ewlehî-polîsî a tund li piraniya bajarên Kurdistanê de îmkana dûreçûn û lêkolînên hûr û durust li ser rewşa destbiser kirî û birîndaran ji nûçegihana re nemumkin kiriye.

Hejmarek zaf ji girtiyên nerazîbûnên bajarê Mehabadê amade nebûn ji bo çareseriya pizîşkî serdana nexweşxane û nawendên dermanî û saxlemiyê bikin.

Dayîka yek ji birîndaran bi nûçegihaniya Kurdpa ragihand: ‘’piştî vegeriyana kurê min bo malê, me bilez ji bo yek ji nawendên dermanî veguhast, lê berî çûnê ji ber rewşa ewlehî a zal bi ser wê nawendê de, bi neçarî me karê dermanî û birînpêçiyê bo xortê xwe encam da’’.

Dayîka ew xortê Mehabadî bi nûçegihaniya Kurdpa ragihand: asta birîna xortê min ewqas kûr nebû û çend rojan piştî nerazîbûnan li yek ji nawendên birînpêç a taybetî hatiye derman kirin.

Rewşa yek ji birîndarên nerazîbûna Mehabadê bi navê ‘’Akam Telac’’gelek şir û xerab hatiye ragihandin.

Roja Pêncşemî, 17’ê Banemera 1394’an a rojî, civîna nerazîbûnê ya hevwelatiyên Mehabadî li hember mirina biguman ya ‘’Ferînaz xusrewanî’’ bi desttêwerdana hêzên hikûmetî ber bi tund û tûjiyê ve hat kişandin.

Hevwelatiyên Mehabadî li wê civîna nerazîbûnê de, daxwazkarê dadgehîkirina dest û pêwendiyên mirina ‘’Ferînaz Xusrewanî’’ bûn.

Xwenîşana wan bi awayek aram û êmin dest pê kiribû ku bi desttêwerdana hêzên ewlekar û nîzamî û hewildan bona belakirina xelkê bi şîdet û tund û tûjiyê hat kişandin.