USA : piştgiriya hulûmeta Îran li terorîsm li 20 salên borî de bê mînak bûye

16:46 - 1 Hezîran 2013
Ajansa kurdpa:wizareta derê ya Amrîka li raporta xwe ya ku seba peydabûya terorîsm li cîhan de weşandiye, hukûmeta Îranê bi yekik ji hukûmetîn here sereke yên piştgirê terorîsm binav kir.

Ew raporta roja pêcşem 9ê Cozerdan (30 May) weşandiye, hêzên Hizbullah yên Lobnan, sipaha Quds û wizareta ewlehiya hukûmeta islamiya Îran, wek “piştgirê terorîsm” li sala 2012an de rolên wan yên hatî dîtin li 20 salên borî de bê mînak bûye.

Wizareta derê ya USA amaje bi çend kar û pilanên terorîstiyên hukûmeta islamiya Îranê li welatên Asiya, Afrîqa û Urûpa de kiriye.

Li wê raportê de hukûmeta islamiya Îran û Hizbullah a Lobnan, binvkirî bi rêvebir û kirarê teqandina otobûsa hilgirê torîstên Israîlî li welatê Bolgariya(bolxaristan) bi nav bir.

Her wisa “ Tayland, Hindûstan, Kenya, Gorcistan(Georgiya)” ev welatin ku hukûmeta islamiya Îran karên terorîstî têde kirare yan pilanên karên terorîstî li van welatan de dariştiye.

Li heyva Rêbendana sala borî de maşînik bombrêj kirî li şarê Delhî(Dêhlî) li nêzîkiya konsolosa welatê Îsraîl hatibû teqandin û 4 kes ku yek ji wan jina berpirsik Îsraîlî bû hatibûn kuştin.

Hev dem wizareta derê ya welatê Gurcistan ragihand : maşînik bombrêj kirî li nêzîkî konsolosa Îsraîl li şarê “Tiflîs” hatibû pûç kirin.

Paşî wan qewimiyên ku dabûn dû hev, serok wezîrê Îsraîl, hukûmeta islamiya Îran bi navê rêvebir û pilan darêjerê wan kirarên teroristî şanî da.

Li dirêjiya wê raportê de hatiye, li sala 2012a zayînî de zîdetir ji 6700 karên terorîstî li 85 welatên cîhan de hatine kirin ku li sedema wan kiryarên terorîstî de gelemper 11,000 kes bûne qurbanî ku li vê hejmrê welatên Êraq, Pakistan û Efxanistan, %62 a wan qurbaniyan ji xwe digre.