Urmiye/ Zext û givaşa dewleta Îranê li ser girtiyên gireva birçîbûnê

13:46 - 16 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa kurdpa: 27 roj li ser gireva birsîbûna Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê re derbas bûn û girtî bi dijwarî berxwe didin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hevdem ligel vê yekê ku gireva birsîbûnê ya girtyên siyasî li Urmiye ya Rojhelatê kurdistanê gihîştiye qonaxeke hestiyar, nigeranî û dilgiraniya çalakvanên mafên mirovan bi pey xwe anî.

Roja 13’ê çileya pêşîn a 2014’an, 4 girtyên siyasî ên hepsa Urmiyê, ketine gireva birsîbûna “hişk” de ku wê yekê bandoreke xeter li ser jiyana wan kiriye.

Salih Nîkbext parêzerê Kurd li Îranê û her wiha parêrzerê hindik ji wan girtiyên siyasî ên zîndana Urmiyê, ajansa Kurdpa re wiha got: Di hemû welatên cîhanê de hindik yasa di hundirê zîndanan de hatine pejirandin, li Îranê jî ew yasa û qanûn heye ku divê li gor tawan, temen, regez (cins) û rewşa doseyê, mekanê tawanbar li zîndanê bê diyar kirin.

Wî parêzerê Kurd( ku 4 salan li girtîgehên Îranê de bûye) amaje bi wê yek kir:“Di heyamê ku ez girtîgehê de bûm, girtiyên siyasî li girtiyên bi tawanên giştî dihatin veqetandin lê mixabin niha li hepsên Rojava (Xerb) yê Îranê ku piraniya girtiyan Kurd in, girtyên siyasî û yên din ên ku tawanên giran wek; kuştin û bazirganî bi madeyên hişbir kirin e, bi hev re di mekan(koxûş) ekî de bi cih dikin.

Nîkbext ku bo heyamê 3 salan di girtîgeha(Qesir)a serdemên hikûneta paşayetiya Îranê de jî bûye, di dirêjeya axaftina xwe de got: “Ew dem ku ez hatibûm girtin eger di girtîgehê hikûmeta“Paşatî” de kesekî karekî berevajî yasaya gitîgehê kiriba, bi awayekî demkî û bo ceza danê bi koxûş (bend) a tawanên giran dihat veguhastin lê di yasaya îroyîn ya Îranê de, nemaze Rojanayê Îranê ku piraniya girtiyan Kurd in, bi awayekî mayende girtyan(yên siyasî û giştî) bi hev re di yek mekanî de bi cih dikin.

Ew berdevkê Encûmena Berevanî kirin li girtyên Îranê (ku di serdema Ehmedî Nijad de hatibû girêdan) qala wê yekê kir ku armanca girtiyên siyasî li hepsa Urmiyê, tenê veqetandin li girtiyên din nîne belkî bêrêziya karbidestên nava zîndanê li gel malbata wan( dema çavpêketin û milaqatan de), her wisa bêrêzê kirin û şikandina hurmeta girtiyan ji aliyê berpirsên zîndanê ve, pişkek din ji xwestekên wan e.

Nîkbext ku agah bi yasayên nav Dewletî ye jî, da xuya kirin: Dezgehên dadperwerî û navendên ewlekarî yên Dewleta Îranê mixabin wek kesên biyanî helsûkevt û reftarê ligel girtiyên Kurd yên siyasî û malbatên wan dikin.

Dr. Salih Nîkbext ku parêzerekî here binav bang li dozgeryên welatê Îranê de tê nas kirin, ajansa Kurdpare got: “Ez daxwaz ji hemû berpis û karbidestên dezgehên dadperwerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê dikim, wek hemî girtiyên siyasî yên din helsûkeft û reftrê ligel zîndanyên siyasî ên Kurd bikin ji ber ku girtiyên Kurd jî mafê jiyanê hen e.”

Navbirî her wiha amaje bi wê yekê jî kir: Girtyên siyasî ku bi ser hev kesên xwendevar û roşenbîr in, bi giştî ligel tawanbarên din ciyawazî hene yanî xwed pirensîp û nezim in ji ber vê yekê bi cih kirina wan tevî tawanbarên giştî cûneyek estem di mafên wan tê hesibandin bi wateyeke din cûnek neheqî bi tawanbarên giştî jî tê kirin, çimkî bîr û baweryên wan du girûpên girtî, gellek ciyawaziyên wan hene.

Yûsof Rehmanîpûr ku pêştir (heyamê 2 salan) li girtîgeha Urmiyê benkirî bûye, du roj beriya niha peyamnêrê Kurdpa re got: Koxûş(bend) a girtyên siyasî di bin çavdêriya Wezareta ewlekarî(Îtilaat)a Îranê de ye û wî mekanî kontirol dike (li wir biryar bi ser girtiyên siyasî dide).

Nîkbext derheq wê pirsê de jî dibêje: Li gor yasayên nav girtîgehan û biryarên ku bi ser veqetandinên girtiyan de tên dan , kesên ku hîna nehatine darizandin û derveyî girtîgehan e yan ku hîna hukmê wan eşkere nebûye, îdareya Asayêş (Îtilaat) û navendên leşkerî mafê wê yekê hene ku bi tometa siyasî kesekî binçav bikin, muhleta wê yekê jî pê hatiye dayîn daku hundirê girtîgehan de cihekî bo wan zîndaniyan diyarî bikin lê di girtîgeha Urmiyê, hukmê piraniya girtiyan eşkere bûye û heyemek dirêje ku be ser hukmê wan re derbas dibe.