Urmiye/ kuştin û birîndar kirina 4 welatiyên Kurd bi şêlikiya hêzên milîtarî

18:29 - 2 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdp: li 3 qewimiyên cida de, 4 welatiyên ji xelkê Urmiyê, ku 2 kes ji wan Kolber bûn, bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatin kuştin û birîndar kirinê.

Goregî raporta gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Pêncşem, 8ê Xezelwer, Kolberikî Kurd ji xelkê gundê “ Enbê”a dewera Tergewera Ormiyê, li sedem şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê, hate birîndar kirinê.

Ev Kolberê Kurd bi navê “ Kerîm Erebî”, kurê Cadire ku li zozanên Kêwaristan li ser sînorên nawbenda Îran-Tirka, bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatiye birîndar kirin.

Hevdem li sedem hêrişa wan hêzane de, 60 hespên barhilgirê kasibkarên gundên Enbê û Tuleke li herêma Urmiyê hatine kuştinê.

Her wisa şeva Pêncşemî, 9ê Xezelwer, çendîn hespên barhilgirê kasibkarên dewera Newsûd li ciyik bi navê “ Avezinê” li ser sînorên Newsûd-Herêma Kurdistan, bi destê hêzên milîtarî hatin kuştin.

Ji aliyik din, roja Duşema borî, 6ê Xezelwer, Kolberik din yê Kurd, bi navê “ Sacî Temerzade”, 18 salî, kurê Heyder û ji xelkê Gundê “ Firêziya” li dewera Soma-Biradosta herêma Urmiyê, bi destê hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îranê can jê hat sitandin.

Her wisa roja Sêşem, 7ê Xezelwer, 2 welatiyên sivîl bi navên “ Nûredîn Elîzade û Bêhrûz Elîzade” ji xelkê Urmiyê, ji aliyê hêzên intizamiya derwazê Şîrazê dane ber gulleyan û li sedem de Nûredîn Elîzade, cîde hate kuştin.

Hêzên intzamî, hegera şêlikiya xwe ser wan, bi cîbicî nekirina fermanên ajanên intizamî ji aliyê wan de ragihandin, ew jî li demik deye ku “ Bêhrûz Elîzade “ ku li wê qewimiyê de bi dujwarî birîndar bûye, daiwa ajanên intizamî ret kiriye û ragihandiye ku ji aliyê ajanên intizamî çi hişdariyik nedane wan.