Urmiye/ Dema xwendekarên bijîşkî bibin neşterger...

18:28 - 14 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Encama emelyateke zayînê (ji aliyê taxima xwendekarên ku dewreya hînbûna neştergerî dibînin ve), mirina nûbûn (zarok) ekî, li nexweşxaneya Moteherî a Urmiyê, bi pey xwe hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, yek ji personêlên dewreya perwerdê li nexweşxaneya Moteherî a Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê, bi encamdana emelyateke ne pisporane a jineke nexweş li ser zarokê (ku dema zayînê hîna mabû), mirina zaroka wê li xwe girt.

Weşandina vê nûçeyê ligel şikayeta bavê nûbûnê ji berpirsên nexweşxaneya Moteherî a Urmiyê hevdem bûye.

\"24182.jpg\"
Mîrelî Yûzbaşî di axaftinekî bi nûçegihaniya ”Urûm News” re ragihandibû: Temamiya test (ceribandin)ên li ser nûbûnê (beriya neştergeriyê hatibûn encamdan) pirsgirêkek li ser salim ji dayîk bûnê nebûye.

Navborî amaje bi vê yekê jî kir ku bijişkan bi min re gotin: Nûbûna te nexeş e û divê dayîka zarokê bê emelyat kirin. Min jî, ji ber ku psîkolojiya min nebaş bû, belgeya razîbûnê li ser neştergeriyê wajo kir ku bi dûre xwendekarên ne pispor nexweş emelyat kirin.

Bavê zaroka bi emelyat kirî di berdewamiya axaftina xwe de got: Armanc ji wê şikayetê û belav kirina nûçeya peywendîdar bi bûyerê, agah kirina raya kesên din ji bûyerên wisa yên qewimî û her wiha pêşî girtina kesên ne pispor ji kiryarên pisporane ên bijîşkî ye.

Pêştir, li Merîwana rojhilatê Kurdistanê jî nûbûyekî bi wî awayî jiyana xwe ji dest dabû û dayîk û bavên ciwan ji hiviyên wan yên çen sale bêhêvî hiştibûn.

Nexweşxaneya Kewser (Muteherî) a Urmiyê, taybet bi pişka zayînê li Bajarê Urmiyê ye ku tenê ew nexweşxane li wî bajarî ser vê nexweşiyê heye.

Hêjayî gotinê ye, salane bi dehan kes li nexweşxaneyên Urmiyê, nemaze nexweşxaneyên Îmam Xumênî û Moteherî dimirin. Ew yek ji bi sedema nepisporiya xwendekarên bijîşk ên neşterger e ku neştergeriya mirovan û mirina wan, bi qasî emelyateke ajalekî jî bi wan re ne girîng e.