Urmiye/ 3 zindanî hatin darvekirin+nav

15:45 - 16 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê (li hepsxaneya navendî a Urmiyeya rojhilatê kurdistanê), hukmê daliqandina 5 kesan îmze kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berbanga îro duşemî 16’ê sibat (february) a 2015’an, 5 girtî ku 3 ji wan kurdbûn, li zindana derya a Urmiyê hatin îdam kirin.

Du kesên din ji wan 5 kesên darvekirî, ji hemwelatiyên Azerî ên Urmiyê bûn.

\"24811.jpg\"
Rehîm Sulêmanî 20 sal temenê xwe li zindanê bû lê hikûmeta Îranê dîsa rehim pê nekir
Peyamnêrê Kurdpa nasnameya wan Kurdên darvekirî, Rehîm Sulêmanî 60 salî kurê Zubeyd, xelkê gundê “Hursîn”ê Urmiyê, Xusrow Munîrî li “Kelhor”û Adil Kûhî kurê Husên li Xaneqaha bajarê nav borî da eşkere kirin.

Ji nasnameya 2 welatiyên Azerî ên îro daliqandî li bajarê Urmiyê, zaniyariyek bi dest neketiye.

5 girtiyên îro darvekirî, doh ji koxûş (bend) a 15’an a girtîgehê bo jora tekekesî hatibûn veguhestin.

Dozgeriya hikûmeta Îslamiya Îranê ew girtiyane bi bazerganî kirin bi medeyên hişber tomet bar kiribûn.