Urmiye: Kasibkarekî Kurd, bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hate birîndarkirin

22:05 - 23 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li ser sînorên bajarê Serdeştê leşkerên rejîma Îslamî a Îranê Kasibkarekî Kurd dane ber gulleyan, û di encama gullereşandina leşkerên Hikûmetê de jî ev kasibkare bi awayekî giran birîndar bûye.


Li gor rapora Ajansa nûçegîhaniya Kurdpa, êvara roja Pênçşemiyê 21’ê Çileya Paşîn a 2016’an, kasbkarekî Kurdê xelkê bajarê Serdeşetê, li ser sînorê bajarê Serdeştê rastî gulleraşndina leşkerên hikûmeta Îranê hatiye.

Nûçegîhanê Ajansa Kurdpayêyê di herêmê de ragehandiye ku: Ev kasibkarê birîndarbûyî di hundrî tiromobîlê de bûye û bi sedeme kûrahiya birînan ji bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye şandin.

Yek ji şahidên vê bûyerê ji nûçegihaniya Kurdpayê re ragehandiye: Loqman Peşengî xelkê bajarê Pîranşarê ye û di mehên derbazbûy de ji bo dabînkirina dahata jiyana xwe di sînorên bajarê Seredeştê de digel yek ji mirovên xwe mejûlê kasibkariyê bûye.

Navbirî herwiha di axavtinên xwe de zêde kir ku: Niha Loqman di nexweşxaneya Îmama riza a bajarê Urmiyê de li jêr çavdêriya pîzîşkan de ye.

Loqman Peşengî 34 salî ye û xwediyê du zarokan e.

Li gor amarên nûçegîhaniya Kurdpa, di heyama sala derbazbûy de herî kêm 71 kolberên kurd bi gulleyên rasterast yên leşkerên Hikûmeta Îranê jiyana xwe ji dest dane, yanî birîndar bûne.