Urmiye: Hinek mamostayên olî ên Kurd li ser kar hatin derkirin

21:00 - 7 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Nawendên ewlehî ên hikûmeta komara Îslamî, gef û givaşan li ser endamên “De’we û Îslah” li devera Urmiyê zêde dikin.

Li gor nûçeyên gihiştine malpera Ajansa Kurdpa, di rojên derbazbûyî de, aliyê kêm 9 mamostayên olî ên Kurd li ser biryara îdareya giştî a Îtilaa’ta parêzgeha Urmiyê li ser kar hatin vêde birin.

Nûçegehanê Ajansa Kurdpa di warê wan mamostayan de ragehan: “Mamostayên han alîgirê perwerdeya rêkxistina olî a “De’we û Îslah” in ku berê jî ji aliyê hikûmeta Îslamî ve îzna çalakiyê wergitibûn”.

Xwendingeha Elewî ya olî a Selahedîn Eyûbî li bajarê Urmiyê, cihê perwerde û fêrkirina wan 9 mamostayan bû, û piştre ji aliyê Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ve hatin damezirandin.

\"29481.jpg\"
Mamosta mela Ebûbekr Bedewî û Mamosta mela Riza Ebdî
Nûçegehanê Ajansa Kurdpa eşkere kir ku givaş anîn bo mamostayên olî û derkirina mamostayan li Makû û gundên derdora devera Selmas û Xoyê, berdewam e, û hikûmet jî mijûlî danîna kesên nêzîk bi siyasetên komara Îslamî di cihê wan de ye.

Heya niha navê 9 mamostayên li ser kar derxistî, bo Ajansa Kurdpa eşkere bûne ku pêk tên ji:
1-Mamosta mela Ezîz Rezayî, pêşnimêjê mizgefta Cami’e a Selmasê
2-Mamosta mela Ebûbekr Bedewî, pêşnimêjê mizgefta Faroq li xatûncana Îslamabada Urmiyê
3-Mamosta mela Xalîd Eyûbiyan, mamosta li Perwerde û Fêrkirinê
4-Mamosta mela Azad Fikan , mamosta li Perwerde û Fêrkirinê
5-Mamosta mela Reşîd Mîrgûnbedî, mamosta li Perwerde û Fêrkirinê

6-Mamosta mela Behmen
7-Mamosta mela Esed Casimî , mamosta li Perwerde û Fêrkirinê

8-Mamosta Behrî
9-Mamosta mela Riza Ebdî, pêşnimêjê mizgefta Îslamabad a Urmiyê

“De’we û Îslah” di meramnameyekî de, xwe weke damezrênerê medenî a bi hizra Îslamî dizanin, û ev rêkxistina, nêzîkî rewta Îxwan El-moslimîn e, ku li ser destê Nasir Subhanî hatiye avakirin.