Urmiye: Du girtiyên siyasî yên Kurd ji bo odeya takekesî hatine veguhaztin

20:53 - 4 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Du girtiyên siyasî yên Kurd piştî nîşandana nerazîbûna xwe li hember cudanekirina wan ji giritiyên din yên ne siyasî di girtîgeha Urmiyê de, dest bi gireva birçîbûnê kiribûn, ji bo odeya takekesî hatine veguhaztin.

Li gor rapora ku gihaye Ajansa Kurdpa, du girtiyên Kurd bi navê “Re’ûf Mihemedelî û Behmen Delayî mîlan” ku di benda 5 a girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê, û naskirî bi benda “rewan dermanî” têne xwadîkirin, dawxaz ji berpirsê girtîgehê kiribûn ku ji bo benda girtiyên siyasî bêne veguhaztin.

Bi sebeba guhnedana berpirsên girtîgehê û cîbicînekirina dawxazên wan, ev du giritiyên siyasî yên kurd dest bi gireva birçîbûnê kiribûn, û di roja Pêncşemiya derbazbûyî de, bi destûra berpirsê girtîgehê ji b odeya takekesî hatine veguhaztin.

Behmen Delayî mîlan di sala 2006’an de bi tawana “çalakî li dijî ewlekariyê” hatibû binçavkirin, û 11 sal cezayê hepsê bi ser de hatibû sepandin û piştî xwadîkirina 4 salan di girtîgeha Merîwanê de li sala 2010’an ji bo girtîgeha bajarê Xoyê hatibû veguhaztin û di 20’ê meha Rezbera 1394’an bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatibû şandin.

Herwiha Re’ûf Mihemedelî jî bi tawana “dijî ewlekariyê” hatibû binçavkirin, lêbelê zaniyariyên zêde derbarê sûç û sizaya navbirî û mêdeha sizaya wî ber dest de nînin.