Urmiye: 4 karker li bin xaniyên hiloşiyayî de man

21:18 - 22 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Yek ji kedkarên bajarê Urmiyê di encama hiloşîna awahiyan de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora nûçegîhaniya Kurdpa, hiloşîna bi dehan ton ji xakê di encama karkirin li Şeqama Bihêştî ya Urmiyê de, 4 kakerên wê pirojeyê li bin awahiyan de man û yek ji wan jiyana xwe ji dest da.

Bûyera han mirina yek ji karkerên li pey xwe re anî.
Berçavnegirtina usûlên karî û endazyarî weke sedema bingehîn a qewmîna wê bûyerê hatiye zanîn

\"\"Nûçegîhaniya ÎRNA bas ji birîndarbûna giran ya her sê kedkarên din kiriye ku ji hêla dest û pê birîndar û bo nexweşxaneyê hatine şandin.

Heya niha tu zaniyariyek Ji nasnameya qurbaniyên wê bûyerê li ber dest nine.
Li gorî amarên nû yên Rêxisitna pizîşkê yasayî ê welat, di 4 mehên destpêka Îsal de, 484 karkeran ji ber bûyerên karî jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha 9 hezar û bîst heft karkerên birîndar jî seredana pizîşka yasayî kirine.