“UNPO” bombebarana binke û baregehên Partiya Demokrat ya ji aliyê Îranê ve bi tundî şermezar dike

22:28 - 11 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Di daxuyaniyekê de, li rêkefta 10`ê Îlonê, “UNPO” bombebarana binke û baregehên Partiya Demokrat ya ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatibû encamdan, bi tundî şermezar kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Roja Şemî 8`ê Îlona 2018`an, binke û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne bombebarankirin, ev kiryara di doma binpêkirina sîstematîk a mafê mirovan e, ku ji sala 1979`an ve li dijî gelê Kurd yê serkutkirî tê birêvebirin.

“UNPO” vê êrîşê bi tundî şermezar dike û daxwazê ji civaka navneteweyî dike da ku karekî encam bide, da ku Îran bersiva wan tawanên xwe bide.

Di vê êrîşê de li gorî raportan 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, û 50 kesên din jî her bi vê sedemê birîndar bûne, eva nûtirîn qonaxa binpêkirina sîstematîk a mafê mirovan e ji aliyê Îranê ve. Ev bombebaran li Koyê nêzîkî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê çêbûye, li gorî raporta PDKÎ, “Îranê di êrîşa hevkarîkirî ya bo ser binke û baregehên PDKÎ û kempên penaberan yê kêlega wan baregehan de, ji mûşekên dûrhavêj mifah wergirtiye.

Li gorî raporta televîzyona “Al-Jazeera” Îranê berpirsayetiya vê êrîşê girtiye stûyê xwe, û ev bombebarana di medyayên neteweyî yên Îranê de hatine rûmalkirin, û li gorî hin şirovekaran, ev êrîşa hişdariyeke sembolîk bûye bo PDKÎ, ji ber vê ku vê partiyê piştî du dehikan aştiyê, nearamî, dest kiriye bi çalaktirkirina xebata xwe ya lidijî rejîma Îranê.

“Al Jazeera” raportek belav kiriye ku eva yekem êrîşa bi vî rengî bûye li sala 1996`an şûnda.

PDKÎ di daxuyaniyekê de daye xuyakirin ku, di bin sîtavka çendîn dehikan binpêkirina mafê mirovan de, û cudahîdanîna di navbera neteweyên din û rûbirûbûna leşkerî li dijî gelê Kurd, “tevgera rizgarîxwazî a neteweya Kurd dirêjiyê dide xebata qutnebûyî û rewa ya xwe li pêxema bidestveanîna mafê neteweyî û însanî yê xelkê Kurd.
“UNPO” ji xebata bo azadiyê ya PDKÎ piştevaniyê dike, û vê êrîşê bi tundî şermezar dike ku binpêkirina kiramet û jiyana xelkê Kurd e.