Tv ya parêzgeha Kirmaşanê pêş bi bilav bûna bernameyan bi zaravê Kelhurî digire

12:30 - 6 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:navenda Deng û Reng a parêzgeha Kirmaşanê bi hinceta hebûna çend zaravan li parêzgeha Kirmaşanê, rêgirî ji bilav bûna bernameyan bi zaravê Kelhurî dike.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa,ê’ navenda Deng û Reng a parêzgeha Kirmaşanê bi hinceta çêbûna pirsgirêkan li navbera zaravên:Lekî, Cafî, Hewramî û Lekî di parêzgeha han de îzna bilav kirina bernameyan bi zaravê Kelhurî nade.

Çavkaniyekî hayda li bajarê Kirmaşanê bi ajansa Kurdpa,ê’ ragehand :di \"10576.jpg\"
sala 1389 a rojî navenda Deng û Reng a Îranê pêka bexşnameyekê ku bilav kir,îzna bilav kirina bernameyan li kanalên parêzgehan bi zaravê van parêzgehan da,lê heya niha ji aliyê berpirsyar û karbidestên navenda Deng û Reng a parêzgeha Kirmaşanê birêve neçûye û eve di çaxekê deye ku pitir ji %70 ji akincîyên parêzgeha Kirmaşanê bi zaravê Kelhurî di peyvin.heya niha çi bernameyek ji Tv ya vê parêzgehê bi zaravê Kelhurî nehatiye bilav kirin.

Heyamek berî niha jî Kurdên Xorasana Bakûr li hember xemsariya kabidestan û gh nedan bi zimanê Kurdî ji aliyê karbidestên navenda Deng û Reng a parêzgeha Xorasanê nerzîbûna xwe nişan dabûn.