Turkiye:Em herêma utonom ya Kurdî li Sûriyê Qebul Nakin

20:26 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Cêgirê Serokwezîrê Turkiyê ragehand: Em herêma utonom ya Kurdî li Sûriyê Qebul Nakin.

Di gotarekê de ku roja Duşemê, Bulent Arinç pêşkeş kir ,got ku: Turkîye avakirina rêveberîyeke “de fakto” ya Kurdî li Sûrîyê qebul nake.

Lê belê Arinç negot Turkiye wê çewa pêşî li avabûna rêveberîyeke Kurdî bigire.

Karbidestên Turkiyê nîgeran in ku çekdarên Kurd hêzên xwe li bajarên ser sînorê Turkiyê xurt dikin.

Nîgeranî û perîşaniya Turkîyê kûrtir bûn piştî vê yekê ku Partîya Yekîtîya Demokrat(PYD), ya ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê(PKK), dest bi ser bajarekê nêzîkî sînorê Turkiyê girt piştî şer û pevçûnên bi komelên tundrê yên Îslamî.

Hêzên Kurd li Sûriyê hertim dewleta Turkiyê bi destverdan û piştewanî ji girupên çekdar yên Îslamî tawanbar dikin ku ji sînorên Turkiyê ber bi rojavayê Kurdistanê diherikin û rewşa ewlehiya Kurdistana Suriyê têk didin.