TURKIYE PÊŞ BI ÇAPA DUYEM A PIRTÛKA ZAROKAN GIRT

15:48 - 13 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hukûmeta Turkiye pêş bi weşandina ji bo cara duyemîn a Pirtûka bi navê “Mam xidir” girt.

Pêka Nûçegihaniya Kurdpa li Amedê, Pirtûka han ku di sala 2011’an Izna çapê wergirt lê niha Izna weşanda wê Pirtûkê hatiye hiloşiyan.

Pirtûka Mem Xidir ku ji Nivîsên “Ararat Mamo” ye, Çîroka wê Pirtûkê bas ji Zoriya Zarokên Derdora Araratê û xwasteka wan ji bo Perwerdeyiya bi Zimanê Kurdî ye.

Ev Pirtûk her wisa bas ji Werzêrek gundî dike ku diçe bajar û nizane li wir Pirtûkên bi Wêneyên Kurdî tu nîne û dema ji Pirtûkfiroş re dibêje ez Pirtûkekî bi Wêneyên Kurdî dixwazim, Xwediyê Pirtûkxaneyê tevî wî şer dike û li dukana xwe dixe derve.

Berîtir Receb Teyyêb Erdogan gotibû ku Kurd jî dikarin Pirtûkan biweşînin û Zimanê xwe bi wê rêyê biparêzin.

Dema ku Nivîskarê wê Pirtêkê xwastiye Pirtûkê biweşîne, jê re hatiye gotin ku Mafê Çap a wê Pirtûkê bi sedema bas ji Zimanê Kurdî di Deqên Pirtûkê de, hatiye Hiloşiyan.