TURKIYE DIXWAZE FACEBOOK Û TWITTER’Ê DAXE

14:03 - 5 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Wezareta Têkiliyên Turkiye daxuyand renge Torên Civakî dabixin.

Li gor rapora malpera Wezareta Têkiliyên Turkiye, nîgeraniya xwe li hember zafandina çalakiyên PKK nîşan daye.

Di wê daxuyaniyê de hatiye BDP jî hevkariya PKK dike û renge b ikaribin seva FACEBOOK û TWITTERA’an weke xelkên welatên Erebî serîhildin wêca lewra ye ku dibe ev Du torên civakî bêne çavdêrîkirin.

Her wisa Dewleta Turk berîtir jî nerazîtiya xwe li hember çalakiyên azadaneyên BDP rixne girtibû û daxwaza kontrola wan çalakiyan kiribû.

Renge biryar a Wezareta Têkiliyan ji bona civîna dawîn a Du Partiyên MHP û CHP li hev hatibe ku ev civiyan seva daxistina Partiya Aşîtî û Demokrasiyê pêk anîbûn.

Di wan dawiyane de dijkiryarên Dewleta Turk li hember çalakiyên BDP zafandine û Şêwirmendên Siyasî ji bo wê çendê nîgeran in.

Di çend Heyvên bihorî de rê ji bo çalakiya azadane a Çapemeniyan û xebata Înternetî bertesk hatiyekirin, û di rojên derbasbûyî de Rojnamenivîsek Kurd ê Rojnameya “Taraf” ji bo ku rixne ji Dewlet girtibû, ji karê xwe hate bê parkirin.