Tu zimaneke zal, bêtir û tewawtir ji zimanê dayîkî niye

21:20 - 22 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Bo cara yekemîn rêûresmek taybet bi zimanê dayîkî li zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê hate lidarxistin.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdpayê, perwerde û hînkirina zimanê dayîkî ji roja 21’ê Şubata 2016’an û bi pişikdariya nivîskar, torevan û xwendekarên Kurd li hola Mewlewî a zanîngeha Kurdistanê ket ber bas û nirxandinê.

Di vê rêûresmê de “Mesûd Bînende” amaje bi neguncandina zimanê dayîkî di nava sîstema perwerdehiya Îranê de kir û ragehand ku, heya zimanê dayîkî di şarşoveya pirogram û waneyên xwendingehan de nehê cîbicîkirin, ev ziman geşeyê nasitîne û egera jinavçûna wî ji nifşekê bi nifşa din heye.

Navbirî herweha ragehand ku tenê di Kurdistana Îraqê de, zimanê dayîkî di çarşoveyekî siyas û yasayî û perwerdeyî de kariye ku di yasayên dewletî de cihê xwe veke.

Bînende di vê derheqê de hoşdarî da û ragehand ku, nabe zimanê dayikî di yasaya hikûmetekî de tenê hebûnek direvîn hebe, belkî hewce ye ku bona cîbicîkirina vê zimanî di qonaxên xwendinê de hewlên micit bên dayîn.

Navbirî bas ji madeya 15 a yasaya Komara Îslamî kir û got, piştî derbazbûna 37 salan hêj neçû ye qonaxa cîbicîkirinê.

“Îsna” yê ji ziman yek ji mamostayên zanîngeha Kurdistanê ragehand ku, yek ji deskewqtên herî girîn a sedsala 20’an, zimannsî ye.

Rehîm Luqmnaî helbestvan û dîroknivîsê bajarê Seqizê jî axivtinvanekî din ê rêûresma roja yekşemiyê bû.

Navbirî di gotinên xwe de qala çend zaravayiya zimanê Kurdî kir û ew yek wekî dewlemendiya zimanê Kurdî bi nav kir û got: “Çend zimanî serbarê vê ku tu kêşeyekê li hînbûn û parastina ziman deê nake, belku dewlemendbûna vê zimanê diselimîne”.

Herwisa Es’ed Erdelan jî bas ji perwerdeya zimanê dayîkê kir û got ku yên tohmeta cudaxwaziyê ji perwerdekar û dersxwanên zimanê Kurdî didin, tu şarezayiyeke wan li ser zimanê dayîkê nîne.

Beşdarbebûna berpirsyarên zankoyê ji aliyê birêveberiya vê rêûresmê ve hate rexne kirin.

Ew rêûresm bi hewl û tekoşîna Civata Çandî ya Ehûra û Civata Muzîkê a zankoya Kurdistanê bi rê ve çû, û rêjeyeke berçav ji xelkê din beşdarî rêûresmê bûn.

Roja 21’ê Şibatê ji aliyê UNSCO ve wekî roja cîhanî ya zimanê dayîkê hatiye binavkirin, û di sala 1999’an de di konferansa giştî ya vê rêkxirawê de ew biryar hate dan.

\"29601.jpg\"

\"29597.jpg\"

\"29599.jpg\"

\"29600.jpg\"