Tovê berûyan li Zagrosê hat reşandin

14:15 - 17 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Alîgir û çalakvanên jîngehparêz ên Kurdistanê li Ciwanro, bi armanca piştgirî ji navçûyîna zozanan, çalakiyên çandina darên Berrûyê lidarxistin.

Li gorî nûçeyekî ku ji ajansa Kurdpa hat weşamdin, di çend rojên borî de, jêr navê çalakiya Berrûyan (Çaliş Bilût), zincîre çalakiyên reşandima tovê Berrûyan li Zogrosê, bi rêve çû.

Di wê karê jîngehparêziyê de, her kesek bi çandina 3 heb berrû, 5 kesên din jî bo baştir birêveçûna vê çalakiyê, bi aliyê xwe ve şewq dan.

Encûmena kesk a Mayrês û Îdareya jîngeh parêzî a Ciwanro kampanyayek bo vê mebestê lidarxistin û bi destekdana bi coş a welatiyan re rûbirû bûn.

Avakiriyên wê kampanyayê hevce dizanin ku hemû kes nemaze xort di çalakiyên jîngeh parêzî û çandina Berrûyan de pişikdar bin.

Dr.Mihemed Xanî, Omîd Ehmediyan, qadirî û Rêbîn Nûrî ji wan kesanene ku ew kampanyaye lidarxistin û daxwaziya alîkariyê ji hemwelatiyên Merîwan, Mihabad, Riwanser û herwiha piraniya bajarên Kurdistanê kirin.

Hefteya borî nêzî 1500 heb tovê Berrûyan û yên 100 darên din li bilindahyên “Şaho” hatin çandin.

Li bajarê Sine alîgirên jîngeh parêziyê bi reşandina tovê çend daran, piştevaniya xwe bi wê kampanyayê re îlan kirin.
\"23186.jpg\"

\"23187.jpg\"

\"23188.jpg\"

\"23189.jpg\"

\"23190.jpg\"

\"23191.jpg\"