Tofana xwê, jiyana asayiye xelkê Urmiye zor kiriye

16:33 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: xisara yekem a xwêya Gola Urmiye ket rez û baxên xelkê û berê daristanan ket hember li nav çonê.

Pêka Nûçeyê gihîştî bi Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, hijmarek berçav ji baxên herêma derdora Golê kawil bûye.

Ev Tofana han di encama hişkbûna avê Golê çê bûye ku xelkê xistiye nava rewşek ne asayî.
\"5241.jpg\"
Li gor gotina akinciyên deverê, xelk hêdî hêdî koç dikin û malên xwe dibin şûnên dûrtir ji herêmên Tofangirî.

Welatî dibêjin ku ev xwêya hûr, gişt zevî û şînahiyên derdora cihên Tofangirtî kawil dike.

Eva jî di demekê de ya ku çendîn caran ji bona wê deretanê, xwenîşandanên girseyî pêkhatin û çend kes hatin binçevkirin û hin kes jî hatin kuştin lê berpirsên pêwendîdar bala xwe nadin wê arîşeya mezin û li hemberî wê Tofanê çi xebatekî nakin.