Tirsa bûn bi hişke çol li başûrê parêzgeha Îlam

20:11 - 6 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: pirsgirêk û gefên bûn bi hişke çola pişkik zor ji parêzgeha Îlam wa kirinye ku, rûniştiyên vê dewerê, tirsa çol kirina warê xwe zêdetir diba.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa; dewrên rojava û başûrê parêzgeha Îlam, ku panatiyik nêzî 550,000 Hiktar li xwe digire , tev rewşa bi hişke çol bûn û bahozên tozêrûberû bûye.

Hatin pêşa wan bahozan li dewera Dêhloran, wa kiriye ku, nêzî 140 Hiktar zewî bibijn bi hişke çol.

Hatin pêya bager an bahoza toz hevdeme tev çandina şîne û daran li dewerêû berpirsê dezgeha serekaniyên sirûştî(Natûral) ya dewera Dêhloran, basa rewşa bageran kiriye.

Bi gotina Tûrec Keremî, ew dewerên ku xelk têde dijîn, tev metirsiya serhildan û zêde bûna bahozan rûberû dibin û hevdem ji dibe ku xisarên berçav hebe ser berhemên werzigariyê.

Pitira ragihandinên hukûmî bas ji rêketin û têkiliya 2 parêzgehên Wasêt ûÎlam li Êraq ûÎran kirine û ew pêşniyar anîne ber holê ku gere ev 2 parêzgeh, şêne darên ekosîstema erd şor biçînin.

Ev dewerên ku tev metirsiya bi hişke çolê rûberû bûne, bi panatiya 500,000 Hiktare û pişkik berşav ji li parêzgeha Sîstan û Belûçistan deye.

Hebûna hûre toz û xwelî, ba û rewşa xirab û hişkesalî, ji serekî tirîn hegerên bûn bi hişke çol, tên hisêb û bi gotina bisporan, xercê 1 Hiktar ji wan hişke çol û deştan, zêdetir ji 1,000,000 tûmene.

Li parêzgeha Îlam ku bi bûka Zagros hatiye nas kirin, nêzî 640,000 Hiktar, li sedem guhirîna ekosistem(guhurîn bi hişke salî), ji naw çone.

Gorekî raportên weşayî, li sal de %1 ji panatiya Îran(1,600,000 hiktar), dibne hişke çol û rûte deşt.