Tirkiyê xebatkarên Kurd di Sûriyê de wekî “şerxwazên terorîst” bi nav kir

16:28 - 26 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Pilana agirbesê a Amerîka û Rûsiyê dihgel dijayetiya Tirkiyê berbirû bû.

Li gora Ajans Anûçegıhanıya Kurdpa, serokwezîrê dewleta Tirkiyê tevî rexnekirina tund ya agirbesa di Sûriyê de, ew yek ji bo Tirkiyê, ne cihê qebûlkirinê da zanîn.

Dawûdoglo di gotûbêja bi televîzyona “Qoniye” re ragehand ku, emê bersivê bidin êrîşên şerxwazên terorîst ên Kurd.

Hikûmeta Tirkiyê pêşrewiya YPG ji kantona Kobanê ber bi aliyê Efrînê (rexê başûra Tirkiyê) wekî gefekê li ser ewlehiya neteweyî a xwe dibîne, û binkeyên vê partiyê di beşa bakura bajarê Helebê de bombebaran dike.

Piştî behs û gengeşeyên zêde di navbera Amerîka û Rûsiyê de, li ser agirbesekê di Sûriyê de li hev kirin, ku ew yek bi dilê rejîma Sûriyê ye jî. Helbet girûpên wekî Cibeht El-nusra û DAÎŞ li derveyî biryara agirbesê de ne.

Dawiya hefteya borî jî serkomarê Tirkiyê bi eşkerekirina nerazîbûna xwe derheq vê lihevkirinê, ragehand ku Amerîka û Rûsiye û Îran di kirîza Sûriyê de, li gora berjewendiya we tevdigerin. Erdoxan jî daxwaz kiriye ku hêzên Kurdî di Sûriyê de li derveyî biryara agirbesê de bimînin.

Radyoya Fransayê di rapora xwe de ragehand ku ji destpêka kirîza Sûriyê heya niha 270 hezar kesî di Sûriyê de canê xwe ji dest dane, û rejîma Sûriyê tu cudahiyekê di navbera xebatkarên azadîxwaz û serhildêran û cehadiyan de nadanê, û her hemiyan jî wekî terorîst bi nav dike.