Tirkiyê biryara êrîşa li ser taxa Şêx Meqsûda Helebê daye

19:56 - 12 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî vê ku çekdarekî dijberiya Sûriyê kete destên YPG’ê de, eşkere bû ku Tirkiyê biryara êrîşa li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê daye.

Li gora nûçeya nûçegihaniyan, taxa Şêx Meqsûd a Helebê di Sûriyê de ku akinciyên wê Kurd in, û berdewam dibe armanca êrîşên hovane ên çeteyên Îslamîst, destê hikûmeta Tirkiyê li piştê ye.

Çekdarekî firqeya 16’ê ya opozisyona Sûriyê ku bi birîndarî ketiye destên şervanên YPG’ê de, ew rastiya eşkere kir, û got: “Biryara êrîşa lê li ser Şêx Meqsûda Helebê, ji Tirkiyê ji me re hat, û di nava me de fermandarên Tirk jî hene, ku ser bi arteşa Tirkiyê ne”.

Navbirî niha di nexweşxaneya “Heyva Sor a Kurdî” a Helebê de tê dermankirin.

Piraniya rûniştvanên her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd yên bajarê Helebê Kurd in, û ji sala 2012’an ve ew tax ji aliyê YPG’ê ve hatine kontrolkirin.

Taxên Kurdî yên Helebê û bi taybet Şêx Meqsûd di bin êrîşeke berfireh a çekdarên komên îslamî yên wekî Eniya El-Nusra, Ehrar El-Şam û herwiha komên çekdar yên girêdayî Dijbereya Sûriyê de ne.

Piştî ragihandina agirbesa li Sûriyê, di 27’ê Sibat a îsal de, êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd berfirehtir bûne, û ew tax bi giranî ji aliyê çekdaran ve tê topbarankirin.

Di encama wan êrîşan de heya niha bi dehan welatiyên sivîl û şervanên Kurd şehîd bûne, û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Hêjayî base ye ku dewleta Tirkiyê dijayetiya xwe digel avakirina statûyeke siyasî di Rojavaya Kurdistanê de neveşartiye, û ragehandiye em li dijî dabeşbûna xaka Sûriyê û avakirina deshilateke Kurdî di Sûriyê de ne. Ew êrîşên berdewam li ser hêzên Kurdî, bi riya topbarankirina wan binkeyên ku di destên hêzên Kurdî de ne, û herwisa bi riya piştevanîkirina ji dijberiya Sûriyê û tûjkirina wan li dijî Kurdan, her di vê çarçoveyê de ye.