Tirkên Azer li dijî rojnameya “Terhê No” dîsan nerazîbûna xwe nîşan dan

15:30 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Tirkên Azerî vê carê li bajarên Zencan, Erdebîl, Xoy, Eher, Mişkîn şehr, Meraxe, û Tehranê jî daketin qadan, û meşa nerazîbûnê bi rê ve birin.

Meşvanan rojnameya “Terhê No” bi tundî rexne kirin, û daxwaza bidawîhatina sivikatiyan bi wan, û bi fermînasîna zimanê Tirkî kirin.

Li gora nûçegihaniyan di gellek bajarên Tirkakincî û di hinek ji herêmên Qeşqayiyan li parêzgeha Fars de, kesên nerazî hatin girtin, û gellek kes jî li ber çavên xelkê, kut û lêdan ji destên hêza Întizamî xwarin. Her di vê derheqê de, nûçegihaniya “HRANA” ragehand, ku 24 kes ji xwenîşanderan hatine girtin.

Ji aliyekî din ve nûnerên Azerî ên Meclisa Şêvra Îslamî ya Îranê jî, bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî, bi tundî sivikatiyan bi Tirkên Azerî şermezar kirin.

Eva cara çendê ye ku di van deh salên dawiyê de, Tirkên Azerî li dijî bêhurmetîkirina bi wan di rojnameyan û di kanalên televîzyonî de, dest bi meşên nerazîbûnê dikin.

Heyamekê berî niha kanala 3, ya rejîma Îranê di programeke zarokan de, gellek sivikatî û bêhurmetî bi Tirkên Azerî kir, û di encamê de xelkê nerazî li dijî vê programê daketin qadan, û berpirsyarên Saziya Deng û Reng a rejîmê neçar kirin ku daxwaza lêborînê ji wan bike, û di dawiyê de jî berpirsê vê saziyê ji kar hate dûrxistin.

Hinek ji çavkaniyan ragehandin ku aliyê kêm 20 kes di van meşên nerazîbûnê de hatin destbiserkirin.

Herçend ku heyeta çavdêriya bi ser çapemeniyan de, bi nivîsîn hişdarî dane berpirsyarên hikûmetî, lê Tirkên Azerî vê hişdariyê bi kêm dizanin, û daxwaza daxistina vê rojnameyê dikin, lewra tê çaverêkirin ku bi sedema lênepirsîna cidî ji vê pirsê, meşên Tirkên Azer di gellek bajarên din de jî, berdewam bikin.

Rojnameya “Terhê No” di hejmara xwe ya dawiyê de ku roja 30’ê Pûşperê belav bû, di beşa “heftxanê Rostem” de bas ji şahnameya Fêrdosî kiribû, ku tê de sivikatî bi jinan û bi neteweya Tirk hatibû kirin.