Tirba Baba Yadigar ji teqînê rizgar bû

15:22 - 15 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hevdem ligel belav bûna nêzketina DAÎŞ bi sînorê Kirmaşana rojhiatê Kurdistanê, hindek kesan xwestin tirba yek ji kesayetiyên olî ên yarsan- Baba Yadigar biteqîn in.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî 12’ê şibat (February) a 2015’an, 3 welatiyên bajarê “Serpol Zehaw” li Kirmaşan, bi tometa danîna planekî bo ruxandina tirba Baba Yadigar li Dalaho a rojhilatê Kurdistanê, hatin binçav kirin.

Nesnameya yek ji wan kesên dixwest wî karê terorîstî bike, Elîbîg Ciwanmîrî hatiye ragihandin û 2 hemwelatiyên din jî, şêniyên gundê “koîk” ê Serpila Zehaw in ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îanê ve hatine binçav kirin.

Merqeda Baba Yadigar li gundê “Banzerde” li quntara çiyayê Dalaho û nêzî bajarê Kerenda rojava li rojhilatê kurdistanê bi cih bûye.

Rêxistina DAÎŞ tirbên olan li her cih û meknekî bi teqînan ji holê dirakin. Beriya niha jî dîsan li Îraqê mekanekî ola Yarsan ji aliyê DAÎŞ ve hat taqandin.

Karzanên pirsa “Îslama Siaysî” teblîxên bo DAÎŞ ji nav Tikiyê û Îranê divê bên rawestandin. Ew karnas dibêjin du hikûmetên navborî bi emd beriya wan teblîxatan nagrin da Kurdan ji bîra neteweyî bi dûr bixin û wan bi nezanî ber bi DAÎŞ’ê ve ku tu armnac, xeynî siyaset û dagîrkeriyê nîn in, rênimayî bikin.