Tirajîdiya kuştina kolberên Kurd berdewam dike

21:13 - 4 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê Newsûda girêdayî bajarê Pawe, bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 11`ê Rezberê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Newsûdê gulle li hejmareke kolberên Kurd reşandin, û di encamê de jî, kolberekî Kurd hate kuştin.

\"\"
Ezîm Ehmedî
Nûçegihanê “Kurdpa”yê, li bajarê Newsûdê nasnameya wî kolberê Kurd, “Ezîm Ehmedî” temen 42 salî û kurê “Nûredîn” xelkê gundê “Teşar” a girêdayî bajarê Newsûdê, ragehandiye.

Ev kolberê Kurd li cihê bi navê “Sûre herale” de bûye armanca gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî, û jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina pêştir, ev kolberê Kurd li ser sînorê Newsûdê dane ber gulleyan.

Roja Duşemî 9`ê Rezberê, kolberekî din yên Kurd yê bi navê “Îkram Xelîlî” temen 27 salî û xelkê gundê “Koran” a girêdayî devera Soma-biradost a girêdayî bajarê Urmiyê, bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest dabû.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Soma-biradost, bi bê agehdarkirina pêştir, teqe li wî kolberê Kurd kiribûn.