Tehran; 42 roj bêdengiya tevahî li ser Esxer Fethî, xortekî Kurd ê xelkê Dergezê ku ji 18ê Befranbara 1404an a Rojî vir ve derketiye kolanan û kes nizane ew hatiye binçavkirin an kuştin
29ê Rêbendana 1404`an a Rojî Piştî 42 rojan bêdengiya tevahî li derheq "Esxer Fethî", xortekî Kurd ê xelkê "Dergezê" ya ser bi Xorasan Rezewî û rûniştiyê Tehranê, tu agahî li derheq çarenivîsa wî tune û piştî ku ew di 18ê Befranbaraê de derketiye kolanan, kes nizane ew hatiye binçavkirin an kuştin. Ev yek bûye sedema fikarên giran di nav kesûkarên wî de li ser jiyan û çarenivîsa wî.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe piştrast kir û ji Kurdpa re got; "Esxer Fethî", kurê Elî, ji dema ku di 18ê Befranbara 1404an a Rojî de derketiye kolanan venegeriyaye û kes nizane ew di bin çavdêriyê de ye an hatiye kuştin.
Esxer Fethî bi eslê xwe xelkê gundê Mihemed Taxî Bêyg a li navçeya Dergezê ya ser bi parêzgeha Xorasan Rezewî ye. Ew li Tehranê dijiya, li wir wekî karker dixebitî û debara malbata xwe dikir.