Têzav pirjandinê goriyek din li Bane’yê stand

15:11 - 13 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Li bûyereke têzav pirjandinê li Bane de, jinek din ya kurd bûye gorî û bi tundî birîndar bû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja 11’ê Tebaxa 2015’an, jinek kurd ya xelkê bajarê Bane ji aliyê çar kesên nenaskirî ve li şeqama “Kemerbendî” de rastî êrîşa têzav pirjandinê hat û beşek berbiçav ji cismê wê birîndar bû.

Çavkaniyek haydar nasnameya ev hevwelatiya kurd bi navê “Efsane Qurbanî” a temen 37 salî da zanîn.

Herweha vê çavkaniyê eşkere kir ku ev hevwelatî niha li nexweşxaneya bajarê Sine li jêr çavdêriyek tund de ye.

Şeva sêşemî 23’ê Pûşperê çar kiç û jin li sêriyana “Sengîn” a bajarê Bokanê tûşî êrîşa têzav pirjandinê hatin û birîndar bûn.

Ew çar jinên kurd ku mijûlê qedemlêdanê bûn, ji aliyê rêwiyên tirombêleka core Pirayd rastî wê êrîşê hatin.