Teymor Elyasî: Biryarnameyek li dijî Îranê, derheq binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Saziya Navneteweyî, hate dan

21:21 - 25 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê, -Genev, mijara binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê de, di saziya navneteweyî de bas kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên borî de, Teymor Elyasî, nûnerê Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Genev, derheq mijara binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê de, digel rayedarên Amerîka û herwisa nûnerên welatên din yên di saziya navneteweyî li “New York”ê gotûbêj kir.

Wî çalakvanî mafê mirov yê Kurd ku di heyama hefteya borî de, di civînên derheq rewşa mafê mirovan di saziya navneteweyî de beşdarî kiribû, di gotûbêja digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, de da xuyakirin ku: “Armanca wî bo serdana Amerîkayê beşdarîkirin di civînên komîteya sê ya Civaka Giştî ya Saziya Navneteweyî bû ye”.

Navbirî da xuyakirin ku: “Di wan civînan de,”Cawîd Rehman” rîportêrê teybet yê Saziya Navneteweyî yê di karûbarên mafê mirov li Îranê, yekem raporta xwe belavkir, û navbirî di vê raporta xwe de îşare bi rewşa neteweyên din yên di Îranê de kir, û pêdagîrî jî kir ku zêdey amarên kesên ku hatine bidarvekirin yên li Îranê, Kurd bûne”.

Teymor Elyasî ev yeka jî da xuyakirin ku: “”Cawîd Rehman” di raporta xwe de îşare bi bidarvekirina “Ramîn Husênpenahî û Zanyar û Luqman Muradî” kir, û qerar wisa ye ku, biryarnameyek derheq binpêkirina maf, li dijî hikûmeta Îranê bê dan”.

Nûnerê Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê- Genev, bi îşarekirina hewlên Komela Mafê Mirovan, xwast da ku hemû nûnerên welatên din piştevaniyê ji derkirina biryarnameya li dijî Îranê bikin, û got: “Em digel piraniya nûnerên welatan û herwisa digel rayedarên Amerîkayê li “Washington”ê bo piştevanîkirin ji vê biryarnameyê ciyan”.

Herwisa navbirî da xuyakirin ku: “Di vê heyamê de, civînek derheq mijara bidarvekirin di Îranê de, di saziya navneteweyî de hate lidarxistin, me karî amara kesên di Kurdistanê de hatine bidarvekrin nîşan bidin, ku Kurd serekîtirîn qorbaniyên bidarvekirin û serkutkirin di Îranê de ne”.

“Teymûr Elyasî” got ku: “Min di serdanaxwe ya bo Amerîkayê karî digel çendîn medyayên navneteweyî derheq çalakiyên Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îran-Genev, û mijara binpêkirina mafê mirovan a di Kurdistanê de gotûbêjan encam bidim”.

Wî çalakvanî mafê mirovan di dawiyê de pêdagîrî jî kir ku, di heyamên nêzîk de, ev raporta salane ya binpêkirina mafê mirovan di Kurdistana Îranê de, ji “Cawîd Rehman” rîportêrê taybet yê saziya navneteweyî yê di karûbarên mafê mirovan a Îranê, wê bide.