Terora hevwelatiyên Kurdistana Rojhilat di Kurdistana Başûr de, di civîna Şêvra Mafê Mirov di Jinêvê de wê bikeve ber bas

16:24 - 7 Adar 2018
Ajansa Kurdpa: Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv, terorkirina hevwelatiyên Kurd ên Kurdistana Rojhilat di civîna Şêvra Mafê Mirovan a NY de dixe ber bas.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv di 37.mîn civîna Şêvra Mafê Mirovan a NY terorkirina hevwelatiyên Kurd ên Kurdistana Rojhilat dixe ber bas û lêkolînê.

Herweha nûnerê mafê mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv di NY de, di vê civînê de gotarek derheq rewşa mafê mirovan di Kurdistanê de pêşkêş dike.

Di vê civînê de dawî rapora Asime Cehangîr li ser rewşa mafê mirovan ku nêzî sê hefteyan berî niha jiyana xwe ji dest da tê belavkirin, û behs li ser tê kirin.

Nûnerên hikûmeta Îranê jî, di vê civînê de beşdar dibin, û di vê derheqê de çend gotinan pêşkêş dikin.

Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistana Îranê-Jinêv yekem rêkxirawa mafê mirov e ku reporterê taybetî ê vê rêkxirawê di karûbarê Îranê, raporên derheq binpêkirina mafê mirovan di Kurdisatanê pêşkê bi NY dike.