Termê Zabêt Alxanî li gundê wî de, bi axê hate spartin

17:37 - 18 Gulan 2021

Roja Sêşemî 28`ê Banemerê, termê kolberê Kurd yê bi navê “Zabêt Alxanî”, temen 46 salî û kurê Ezîz, xelkê gundê “Axbezer” li gundê wî de, bi axê hate spartin. kolberê Kurd yê bi navê “Zabêt Alxanî” xelkê gundê “Axbezer” a ser bi devera Kohsar a bajarê Selmasê 2 rojan berî niha bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, cane xwe ji dest da.

Şeva Şemî 25`ê Banemerê, hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdar kirina berê ew kolbere digel girûpeke din a kolberan, dabûne ber desrêjiya gulleyan ku navbirî cane xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê, termê wî kolberî bo pizîşka dadê a bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Zabêt Alxanî, xêzandar û xwediyê 3 zarokane.