Termê kolberekî Kurd piştî çend mehan di nav befrê de hate dîtin

21:25 - 12 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Bidestxistina bijîwa jiyanê, di navçeyên Kurdakincî de, kêşe û bûyerên dilêş jê çê dibin.

Roja borî termê kolberekî kurd li sînorên şaristana Urmiyê û li cihekî naskirî bi “Çilmêrê Şehîdan” hate dîtin.
Navê wî kolberî, “Kmiran Pûrsemewiyan” hatiye ragehandin.

Nûçegihanê Kurdpa di vê derheqê de ragehand, ku ew kolberê Kurd şeva 16’ê Sermaweza 1394’an, ji karwanê kolberan diveqete, û riya xwe winda dike.

Roja Înê piştî çend mehan termê navbirî hate dîtin, û sedem jî ew e ku hewa germ bûye, û befir heliaye, û termê wî jî derketiye.

Navbirî xelkê gundê “Şîban” a Tirgewera Urmiyê ye, ku bona bidetsxistina hewcehiyên jiyana xwe, û malbata xwe dets bi kolberiyê dikir, û termê navbirî piştî dîtinê, şandin Urmiyê, bona birin bo lêkolîna yasayî.