Termê çiyagerekî li ser çiyayên Bîcarê hate dîtin

21:32 - 11 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyên bajarê Bîcarê termê çiyagerekî xelkê vî bajarî li ser yek ji çiyayên vî bajarî dîtin.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya \"Kurdpa\"yê, roja Înê 20`ê Reşemê çend hevwelatiyên xelkê bajarê Bîcarê, termê çiyagerekî Ku bi sedema bebrûna ji çiyayê \"Niqare Kût\" jiyana xwe ji dest dabû, peyda kirin.
Nûçegihaniya IRNA a Kurdistanê ji zarê şahidekî ve belav kir, ew çiyagerê Kurd di dema serketina ser yek ji çiyayên bilind ên Bîcarê, ku li bakura rojhilata vî bajarî hilketiye, ketiye xwarê.

Li gora nûçeya vê çavkaniyê, çend belgename û hinek kelûpelên navbirî li cihê vê bûyerê ketine destê hevwelatiyan. Li gora van belgeyan nasnameya vî çiyagerî \"M. Q\" temen 40 salî hatiye ragehandin.

Li gora lêkolînan ew çiyager li ser û stûyê xwe de bi giranî birîndar bûye, û heya niha nehatiye zanîn ku kengê jiyana xwe ji dest daye.

Bilindahiya \"Niqare Kût\" 2210 mêtr e, bi ser bajarê Bîcarê de zal e.