Termê bê can ê kolberek Kurd hate dîtin

16:04 - 7 Gulan 2012
Kurdpa: Şeva borî termê bê can ê kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê li herêma Newsûdê hate dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa nûçeyan a Kurdpa, Sedîq Çenanî kolberê xelkê gundê Hecimneya Merîwanê di demekê de ku hêla barê wî li piştê bû, termê wî li cihekê de bi navê “Qelaga” li herêma nûsûdê hate dîtin.

Li gorî gotina şahidan heya bilavbûna vê nûçeyê sedema can ji destdana wî kolberê Kurd nehatiye zanîn. Li destpêka sala nû ya Rojî pêde heya niha nêzîk bi 10 kolberên Kurd bi sedema teqîna mînan û sirr û seqemê yan jî teqeya rasterast ya hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest dane.