Terhê Meclîsê bo konterol kirina SMS, Wêblag û Malperan

12:17 - 2 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Meclîsa Şoraya Îslamî a Îranê, mijûlî darêtina gelaleyekê ye derheq bi konterol kirina SMS û wêblag û kamênt û malperên tev hemwilatiyên Îranê.
Rojnameya “Îtimad” di hejmara roja sêşemî, berwara 10’ê Xezelwerê a xwe de, da zanîn ku, hêceta Meclîsê bo pejrandina wî terhî ewe e ku, vê gavê piraniya hemwilatiyan bûne “hemwilatî-nûçegehan” û rewş û zirûfa ragehandinê berfirehtir bûye, her lewma diviya bi avayekê ew ragehandinane bihêne konterol kirin.
Di wî warî de Bêhrûz Ceferî nûnerê meclîsê bi rojnameya “Îtimad” re got ku, îro pêde her kesek bi navê nepenî we kamêntê çêbike yê bihê konterol kirin û dema eşkere bûna hoviyeta wî mirovî jî, dê li gorî yasaya ragehandinê riftarê tevde bihî kirin. Terhê han di bin navê “Qanûna camie a ragehandinên giştî” di dema pejrandinê de, yê bikewe warê cî bi cî kirinê de. Yasaya cezadana ragehandinê di sala 1388’an di Îranê de hatiye pejrandin.
Dezgeha Dadê a Hikûmeta Îslamî a Îranê, bo dîvçûna wan cezayan, hin komîteyên taybet di bin navê “ Cerayimê Rayanê” rêkxistiye.
Teblîx bi dijî êfet û exlaqên giştî, sembolên pîroz, rayedar û nawendên giştî û dewletî, ji wan cezayane ne ku dikewin nava çarçêweya serpêçî ji yasaya “cerayimên rayaneyî”.