Teqînekê bajarê Miyanduavê hejand

21:06 - 13 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Şeva bihûrî seva teqînekê li kolana 17’ê “Şehrîwerê” li bajarê Miyanduavê ziyana madlî û canî bi welatiyan gihîşt.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, demjimêr 9’ê şeva bihûrî berwar 12’ê Hezîrana 2103’an, teqîneke bi hêz di nava xaniyeke wala de li kolana 17’ê Şehrîwerê hejmarek welatî birîndar bûn.

Li gor gotina şahidan 7 dûkanên derdûra vê malê xirab bûne û şuşeyên derî û penceryên piraniya xaniyên derdûra vê hatine şikestin.

Tê zanîn ku niha hêzêeke zaf ya leşkerî û bi xasmanî garda taybetî di nava kolan û cihên giştî de li bajarê Miyanduavê bilav bûne.

Heta dema bilv bûna vê nûçeyê sedema teqînê nehatiye zanîn.