Teqînê li Serpêlazehaw Du kes kirin qurbanî

16:22 - 15 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: 2 endamên malbatek Serpêlî seva teqîna çaşniya Xumpareyê di mala xwe de bûne qurbanî

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha jinek û zarokek seva teqîna çaşniya xumpareyekê,cane xwe ji dest dan.

Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Jina han mijûlî cûda kirina hesinan ji hev bûye û div ê demê de çaşniya xumpareyê teqiye û cane xwe ji dest dane

Di bûyerê de zarokek 7 salî yê vê malbatê bi xurtî birîndar bûye.

heyamek beriya niha di bûyereke din de kur û babek li bajarê Eywana Xerb cane xwe ji dest dan û du endamên jin yê vê malbatê bi xurtî birîndar bûn.

Hemû sale hejmarek berçav ji welatiyên Kurd li herêmên Kurd akincî yên Kurdistana Îranê û bi taybetî li herêmên sînorî de seva paşmayiyên alavên teqemenî û mayinan cane xwe ji dest didin.