Teqîna narincokê li Îlamê 6 kes kirin qurbanî

12:45 - 22 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 6 kes ji endamên malbatek Kurd û xelkê yek ji gundên bajarê “Melikşah” a ser bi parêzgeha Îlamê seva teqîna narincokê hatin birîndar û kuştin.

Malpera “Melikşah Anlayn” bilav kir, sibêdeya roja Duşem li gundê “Sîrane”a ser bi bajarê “Melikşah” a parêzgeha Îlamê, 5 kes ji endamên malbatek wî gundî seba teqîna narincokekê canê xwe ji dest dan .li dirêjiya nûçeyê de hatiye ku endameke din ê vê malbatê seba pêkevtina perçekey ji narincokê bi xurtî birîndar bûye û jibo çareseriye bo nexweşxanê hatine şandin.

Çavkaniyê sebeb karê teqîna narincokê, destkariya narincokê ji aliyê yek ji endamên malbatê ragehandiye.

Li gor amara tomar kirî li nawenda Amara Kurdpa,ê:li destpêka îsal heya niha li Herêma Kurdistana Îranê pitir ji 34 kes seva teqîna mayin û paşmavên alavên teqînê li herêmê de hatine kuştin û birîndar kirin, ku ji wan 15 kes bi xurtî birîndar bûne û 19 kesan jî cane xwe ji dest dane .

Ji aliyek din çend rojan berî niha havwilatiyek Kurd ê bi navê “Rehman Dervîşî” û xelkê gundê “Dizlî”yê seba teqîna TNT yê li yek ji pasgehên bi navê “Şamirava” li navbera rêya Sewlawa- Merîwanê bi xurtî birîndar bû .