Teqîna mînê du hemwelatiyên Kurd birîndar kirin

13:27 - 28 Adar 2012
Kurdpa: Bi sedema teqîna mînê li gundê Keçel Miyan ya herêma Seqizê de du zarokên Kurd ên 7 û 8 salî kêmendam bûn.

Nûçegihaniya Seqizê bilav kir ku teqîna Mînê çav û destê her du zarokan birîndar û kêmendam kir.

Li gorî hemen vê çavkaniyê her du zarok ji bo çareseriya birînên wan ên kûr bo nexweşxaneya giştî a Seqizê hatine veguhastin. Yek ji wan zarokan çav û ên din destk xwe ji dest daye.

Gund û herêmên sînorî ên rojhilata Kurdistanê li dema şerê Îran û Îraqê de bi mînan hatine dapoşîn, her sal bi teîna wan mînan gundî zirara canî jî dibînin, û gellek ji wan heke canê xwe ji dest nedin jî, lê dibne kêmendam.