Teqîna mînê, canê serbazekî Kurd jê stand

16:02 - 9 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Serbazekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê bi sebeba teqîna mînê di bajarê “Qesr a Şîrîn” a girêdayî parêzgeha “Kirmaşan”ê canê xwe ji dest da.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha serbazê Kurd yê bi navê “Elî Mehmûdî” kurê “Resûl” xelkê gundê “Diribke” a bajarê Pîranşarê bi sebeba teqîna mîna bi cih mayî a serdemê şerê di navbera Îran û Îraqê de, yên di bajarê “Qesra Şîrîn”ê de jiyan a xwe ji dest da.

Ev bûyera di demekê de çê bûye ku ew serbazê Kurd, tenê du meh ji wezîfeya serbazî a wî mabû ku xelas bike.

Heyanî niha tu raporek derheqê çavaniya çêbûna vê bûyerê nehatiye belavkirin û meydya û navendên hikûmeta Îranê jî di vê derheqê de bêdengî hilbijartine.

Li gora amarên tomarkirî, yên ji aliyê Navenda Amara Ajansa” Kurdpa”yê, di heyama sala 1396`an de 43 hevwelatiyên Kurd bi sebeba teqîna mînan hatine kuştin û birîndarkirin.