Teqîna mîn, welatiyik ji Îlamê kire qurbanî

12:42 - 26 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik ji xelkê şarê Dêhloran li parêzgeha Îlam, li sedem teqîna mîn pêyik xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa , sibêzûya roja borî welatiyik bi navê “ Mehdî Kebûdî” ji xelkê şarê Dêhloran ser bi parêzgeha Îlam, li seden teqîna mîn pê xwe yê çepê ji dest da.

Raportêrê Kurdpa li parêzgeha Îlam ragihand, ew welatiyê Kurd li şirketa “ Rah Kûhê Xerb” de karbidest bûye û li dema hilgirtina mîn ji yekik meydanên mîn de, li sedem teqîna Mîn pê xwe yê çepê ji çokê nişiv de ji periye.

Gorekî statîstîkik ku li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa hatiyê tûmar kirinê, li despêka heyva Xermananê heya niha (2 heyvên borî), 11 welatiyên Kurd li sedem teqîna mîn li herêmên Kurdistanîyên Îranêhatine kuştin û birîndar kirinê ku li gelempera wan 9 kes birîndar û her wisa 2 kesên din jî cîde canê xwe ji dest dane.

Mideyik pêş niha de serekaniyên dewrên parêzgeha Îlam, weşandine ku li sala 1384ê heya kutayiya sala 1391a rojî, gelemper 810 welatiyên Kurd li şarên Îlam, Mêehran û Dêhloran, li sedem teqîna mînên bi cî mayiyê şerê nawbera Îran û Êraqê birîndar û seqet bûne.

Parêzgeha Îlam 430 Km. serhedên hevpişk tev welatê Êraq heye û li midê şerê 8 salanê nawbera Îran û Êraqê de bi 10,000ran mîn ji her 2 aliyê şer li serhedan danîne, lê paşî 25 sal ji kuta bûna vî şerî, heya niha ew serhedane weku xwe mane.

Her wisa li 26ê Rezber, 7 zarokên ji xelkê Gundê” Nişkaş”a ser bi şarê Merîwan li sedem mînê bi cî mayî yên kevne-paygahên hukûmeta islamiya Îranê, bi dujwarî birîndar bûn û yekik ji wan zarokan bi navê “ Geşîn Kerîmî” pêyik xwe ji des da.