Teqîna mîn li Îlam û Kirmanşan, 2 qurbanî lêket

13:13 - 8 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: li 2 pêşhatên cida de li şarên Qesra Şîrîn û Mêhran de, 2 welatiyên Kurd, li sedem teqina mîn de, birîndar bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya Îro, Yekşem, 7 September 2014, welatiyik sivîl ji xelkêşarê Qesra Şîrîn li parêzgeha Kirmanşan, bi navêŞîrzad Hişmetiyan, bi dujwarî birîndar ket.

Ev welatiyê Kurd, bo çareser kirina birînên vî, raguhastiyê nexweşxana şarê Kirmanşanê kirine û heya weşana vê nûçê, çi zanînik ser rewşa tendurustiya vî de çinine.

Ji aliyik din de, çend roj pêş niha de, welatiyik ji Îlamê, bi navê Hebîb Sadiqî Nijad, li sedem teqîna mîn li bilindiyên mînrêz kiriyên Qelawêzan li dewera Mêhran de li parêzgeha Îlam, pêyik vî, bi dujwarî birîndar bûye.

Bi gotina serekaniyik agadar, ev welatiyê Kurd, karbidestê dezgeha mîn rakirinê bûye; ku li yekik ji meydanên mînên li çiyayê Qelawêzan li sînorê nawbenda Îran-Êraq de, tûşî vê pêşhatê bûye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li despêka îsala rojî heya niha, li 2 parêzgehên Kirmanşan ûÎlam de, 9 welatiyên Kurd, li sedem teqîna mînan de birîndar û seqet bûne û 2 kes jî canê xwe ji dest dane.

Ev statîstîk hatiye hejmartin û bi pişt rast kirin bi statîstîkên sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tên weşandin û bi balkêşandin ser mînrêz bûna sînorên van 2 parêzgehan, dibe ku heimar ji vê hindê jî zedetir be.