Teqîna Mayinê li Urmiyê 2 xwişk kirine qurbanî

22:15 - 23 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Du keçên Kurd yên 13 û 20 salî û xelkê herêma Quçî ya bajarê Urmiyê, seva teqîna mayinê li bingehekî leşkerî yê kevin de canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha 2 xwişkên binavên Xezal ya temen 20 salî û Leyla ya temen 13 salî li dema çûn bo zozanên herêmê bûne qurbanî û cane xwe ji dest dan.

2 xwişkên han keçên Xalid û xelkê gundê Şerîfawa ya ser bi bajarê Urmiyê bûn ku seva teqîna mayinên pasgahek Kevin ya dewleta Îranê cane xwe ji dest dan.

Ji aliyek dine û li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka Adara îsal heya niha 17 welatiyên Kurd li Kurdistana Îranê seva teqîna mayinan bûne qurbanî ku ji wan 3 kesan cane xwe ji dest dane û 14 kesên din birîndar û kêmendam bûne.