Teqina Mayinê li Pîranşehrê Kolberek Kurd kire Qurbanî

13:09 - 27 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberek Kurd yê xelkê herêma Pîranşehrê seva teqîna mayinê li sînorê Hacî Omeran pêyeke xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, Êwariya roja Pênceşem berwar 25’ê Nîsana 2013’an Kolberek Kurd binavê Kemal kurê Xidir li sînorê Hacî Omeran kevte ser mayinê û li encamp de pêyeke xwe ji dest da.

Çavkaniyek nêz ji malbata vî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Kolberê han seva xur bûna birînên vî jibo nexweşxaneyê hatiye şandin û heya dema bilav bûna vê nûçeyê tu zaniyariyek li ser rewşa vî li berdest de niye.

Kemal xelkê gundê “Qizqepan”a herêma Pîranşehrê ye û jibo dabîn kirina bijîwa malabta xwe bi neçarî karê kolberiyê dikir.