Teqîna Mayinê li Nexedeyê welatiyek Kurd kire qurbanî

13:30 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek dinê yê xelkê bajarê Nexedê li Sînorê Hacî Omeran seva teqîna mayinê pêyeke xwe li dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, berwar 5’ê Tîrmeh welatiyek Kurd yê binavê “Bazîd Qeyteran”kurê Omer û xelkê bajarê Nexedê li cihekê binavê “Şîwe Reş”li sînorê Hacî Omeran”seva çûna ser mayinê pêyeke xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar bi nûçegihaniya kurdpa ragehand,welatiyê han Şifêrê tirombêlê Petrol kêşane bûye ku seva mayinê tûşî bûyerê bûye û jibo çareseriyê jibo yek li nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê hatiye şandin.

Ji aliyek dine heyamek beriya niha Şifêrek din yê xelkê bajarê Nexedê binavê “Faxir”li cihekê binavê “Bagêr”li herêma Pîranşarê seva Teqîna mayinê pêyeke xwe ji dest da.

Her wisa çend rojan beriya niha 2 Xwîşkên Kurd binavên “Xezal” a temen 20 salî û “Leyla “ya temen 13 salî xelkê gundê Şerîfawa ya bajarê Urmiyê li dema çûn bo zozanan seva teqîna mayinê cane xwe ji dest dan.