Teqîna Mayinê li Kirmaşanê Kesek kire Qurbanî

13:53 - 23 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Yek ji karmendên “Hilgirtina Mayina”li dema deranina mayinan li Kirmaşanê seva teqîna mayinê pêyê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja duşem berwar 22’ê Nîsana 2013’an “Elîriza Kerîmî” karmendê hilgirtin û temîzkirina mayinan li dema der anina mayinan li yek ji zewîyên mayin kirî yên sînorê parêzgeha Kirmaşanê, pêyek xwe ji dest da.

welatiyê Kurd piştî buyerê jibo nexweşxaneya bajarê kirmaşanê hat şandin.

li gor amara tomar kirî li nawenda amara ajansa kurdpa, li destpêka sala 2013’an heya niha 3 welatiyên Kurd seva teqîna mayinan cane xwe ji dest dane û 4 kesên din jî bi xurtî birîndar bûne.