Teqîna mayînê di nîveka bajarê Mehabadê de bû sedema birîndarbûna kedkarekî

21:45 - 27 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd li bajarê Mehabadê de, bi sedema teqîna mayînê bi tundî birîndar bû.

Li gora nûçeya gihêştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, yek ji kedkarên şaredariya Mehabadê êvariya roja 7’ê Xakelêweyê (26’ê Adarê) di encama teqîna mayînê de piyekî wî birîndar bû.

Teqîna mayînê di dema paqijkirina şeqama sahilî ya vî bajarî de rû daye.

Nasnameya vî hevwelatiyê Kurd heya niha nehatiye eşkerekirin, lê nûçegihaniya hikûmetî a “ÎRNA”yê derheq vê teqînê ragehand: “Ew mayîn a serdema şerê hÎran û Îraqê bûye”.

Birîndarê vê teqînê di nexweşxaneyê de hatiye ragirtin, û polîs jî care zanyariyan belav nake.

Teqîna mayînê di nav bajarê Mehabadê de di demekê de ye, ku navbera bajar heya sersînor zêdetir ji 150 km ye.

Pêştir û di destpêka Rêbendana sala borî de, cotkarekî Kurd xelkê gundê “Girde reş” a ser bi Mehabadê du mayînên binaxkirî di nav kêlgeheke xwe de dîtibû.

Nawenda serjimêriyan a Ajansa Kurdpa heyamekê berî niha ragehandibû ku sala borî 36 hevwelatiyên bi sedema teqîna mayînê û alavên bi cih mayî ên şerê Îran û Îraqê bûne qurbanî, ku 12 kes ji wan demildets can xwe ji dest dan.